Rûsya: Em dê piştevaniya Ermenistanê bikin

.

Ermenistan daxwaza alîkariyê ji Rûsyayê dike û Rûsya jî tekez dike eger li Qerebaxê şer berdewam bike ew dê piştevaniya Ermenistanê bikin.

Ermenistan daxwazê ji Rûsyayê dike ku li ser awayê pêşkêşkirina alîkariyên ewlekariyê dest bi diyalogê bikin. Wezareta Derve ya Rûsyayê jî ragihand ku eger şer li Qerebaxê berdewam bike, dê Moscow piştevaniya Ermenistanê bike.

Wezareta Derve ya Ermenistanê da xuyakirin ku Serokwezîrê Ermenistanê daxwaz ji Serokê Rûsyayê Viladîmîr Putîn kiriye ku bi lez dest bi gotûbêjan li ser rêkeftina ewlekariyê bikin bo diyarkirina cûr û awayê wan alîkariyên ku Rûsya dikare di çarçoveya rêkeftina ewlekariyê ya navbera wan de pêşkêşî Ermenistanê bike.

Ev daxwaziya Ermenistanê piştî wê yekê hat ku roja înê gotûbêjên navbera Azerbaycan û Ermenistanê de li Cenêvê bê encam bûn.  

Rûsyayê binkeyeke leşkerî li Ermenistanê heye û rêkeftineke ewlekariyê di navbera herdu welatan de heye.

Piştî vê daxwaza Ermenistanê, Wezareta Derve ya Rûsyayê jî ragihand ku eger şerê li devera Qerebaxê berdewam bibe, dê Rûsya piştevaniya Ermenistanê bike.

 

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye