Rûsya: Divê Tirkiye berpirsiyariyên xwe bicih bîne

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaharovayê ragihand ew li bendê ne ku Tirkiye helwdanên xwe yên li Îdlibê çalak bike û berpirsiyariyên ku girtiye milê xwe, bi temamî bicih bîne.

Zaharovayê, di civîna heftane ya çapemeniyê de got, ew li benda Tirkiyê ne ku Tirkiye, dawî li vê rewşa li Îdlibê bîne û avakirina herêmeke bêçek jî tê de hemû bo hemû berpirsiyariyên xwe yên Rêkeftina Soçiyê ya 17ê Îlona 2018an bîne cih, hewlên xwe çalak bike.

Zaharovayê herwiha da zanîn ku terorîst xwe amade dikin da ku herêma aram a li Îdlibê bi temamî kontrol bikin û hewl didin baregeheke hevpar ava bikin û hemû fermandariyên çekdarên terorîst girêdayî vê navendê bikin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin