Rûsya: Dibe ku Amerîka, mijara Kurdistana Mezin têxe rojevê

Sergey Lavrov ragihand, ku Amerîka bi alîkariya hevpeymanên xwe yên Kurd li Sûriyê hewl dide nîv dewletekê li derveyî kontrola Şamê li Rojhilatê Firatê ava bike û got ku egera wê yekê heye, ku Amerîka pirsa Kurdistana mezin têxe rojevê.

Sergey Lavrov ji çend kenalên ragihandinê yên welatê xwe re diyar kir: “Amerîka bi hevkar û hevpeymanên xwe re li Sûriyê, hewla damezrandina dewletekê li rojhilatê çemê Firatê dide û bi rêya hevpeymanên xwe, beriya hemûyan Kurd, hewl dide wan rûberan bi kar bîne da ku dewleteke neyasayî damezrîne.”

 

Wezîrê Derve yê Rûsyayê got: “Li gor baweriya min pirsgirêka Idlibê dê pirsgirêka herî dawî be li Sûriyê.”

 

Lavrov destnîşan kir, ku rewşa rojhilata Firatê nayê qebûlkirin û got: “Amerîka bi karên nerewa radibe, ku niha li wê deverê dezgeh û saziyên desthilatekê hatine avakirin, da ku cihê dezgehên hikûmeta Sûriyê bigirin.”

 

Sergey Lavrov ev yek jî anî ziman, ku egera wê yekê heye, ku Amerîka pirsa Kurdistana mezin têxe rojevê.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin