Rûsya: Dezgehên Kurdan li bakurê Sûriyê serkeftî nebûne

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê dibêje, dezgehên Kurdî li bakurê Sûriyê serkevtî nebûne û bi gotina wê, ew yek bûye sedema nerazîbûna xelkê.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zakharova di civîna çapemeniya ya heftane de ragihand, dijî rêveberiya Kurdan a li bakur-rojhilatê Sûriyê girûpên çekdar ên nû çêdibin û got, ji ber ku wan dezgehên xwecihî di werê xizmetguzariyê de rastî şikestinê hatine

 

Zaxarova got: “Bi berdewamî rewşa bakûr-rojhilatê Sûriyê me nîgîran dike, cihên ku Amerîka bi piştgiriya hevalbendên xwe Kurd hewl didin li dervayî deshilata yasayî ya hikûmeta Sûriyê, di nav dewletê de dewleteke din ava bikin ya ku cihê wê di nav yasayên dewleta Sûriyê de nîne.”

 

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê amaje bi wê yekê kir, ku sazî û dezgehên Kurdî li bakur û rojhilata Sûriyê çalak û serkevtî nînin û got: “Ew dezgahana çalak nînin û şikestine û vê yekê jî nerazîbûn di nav xelkê de çêkiriye. Çalakiyên terorîstan li wan deveran berdewam dikin û li ser bingeha nerazîbûna li dijî rêveberiya xwecihî her ku diçe li wan deveran girûpên nû yên çekdar tên avakirin.”

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin