Rûsya daxwaza berdana Navalny a Dadgeha Ewropa red kir

.

Biryara Dadgeha Mafên Mirova ya Ewropa (ECHR) ya ser berdana sîyasetvanê rikberiyê Alexei Navalny Hikûmeta Rûsya, red kir.

ECHRê, bang li karbidestên Rûsya kiribû ku Navalny berde.

Li gor biryara ECHR, Navalny ji ber ku guman heye ku ew bi rîskên jîyanî re jî rûbirû maye divê were berdan.
 

Wezîrê Dadê yê Rûsya Konstantin Chuychenko da zanîn, biryara ECHR li dijî qanûnan e û ne li gor normên hiqûqê ye.

Chuyhenko ji medya Rûsya re destnîşan kir, ECHR bi biryara xwe hewil dide maytekirinê li dadgehên wan bike, lê ew ê daxwaza wê bi cîh neynin.

Qanûnên Rûsya rê dide ku ew li hember biryarên peyman û sazîyên navneteweyî li gor parlamana neteweyî tevbigerin.

Navalny par piştî nexweş ketibû bo dermankirinê çûbû Almanya û karbidestên saxlemîyê li wir dîyar kiribûn ku rêberê opozîsyonê hatiye jehrkirin. Welatên rojavayî dibêjin ku Navalny hatiye jehrkirin, lê Kremlîn wê tawanbarkirinê red dike. Navalny, tevî rîska girtinê vegerîbû welatê xwe û jiber girtina wî li Rûsya û civaka navneteweyî bertek çêbûn.

Avrupa Haberleri

Carol Prunhuber pirtûka xwe “L’impossible Kurdistan”a ku li ser jiyana Qasimlo û tevgra kurdî ye li Enstîtuya kurdî ya Parîsê da
Emmanuel Macron: Dibe ku em leşkeran bişînin Ukraynayê
Putin wekî Serokê Rûsyayê tê hilbijartin
Polîs avêt ser şaredariya Parîsê
Yekîtiya Ewropayê li Deryaya Sor dest bi operasyonekê kir