Rûsya: Bi hatina me re, zêdetirî ji sedî 90ê erda Sûriyê ketiye kontrola Şamê!

.

 Wezîrê Berevaniya Rûsyayê Sergey Şoygu, îdia kir ku zêdetirî ji sedî 90ê erdnîgariya Sûriyê di bin kontrola hikûmeta Şamê de ye.

Şoygu di hilcivînekê de got: “Rûsyayê alîkariya Sûriyê kir. Ji ber ku dinyayê li dijî terora navdewletî têkoşîn dida. Lê belê dema em çûn wir, tenê ji sedî 12ê erda Sûriyê di bin kontrola hikumetê de bû. Niha jî ew rêje derketiye ser ji sedî 90î zêdetir.”

Hêjayî gotinê ye, Rûsya ji 30ê Îlona 2015an ve li Sûriyê dest bi operasyonên leşkerî kiriye ku hêzên asmanî yên Rûsî piştevaniya rejîma Sûriyê dikin. Rûsya li Sûriyê du baregeh ava kirine ku yek ji wan Baregeha Hmeymim a Asmanî û ya din jî Baregeha Tartusê ya Hêzên Deryavaniyê ye.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye