Rûsya: Amerîka naxwaze hêzên xwe ji Sûriyê bikişîne

Wezîrê derve yê Rûsya Sergey Lavrov ragihand, ku hejmarek ji welatan jinavbirina Sûriyê ji xwe re kirine rêbaz û Amerîka yek ji wan welatan e.

Lavrovî got, Amerîka berovajî daxuyaniyên xwe, di demeke nêzîk de ji Sûriyê dernakeve û cihê xwe li rojhilatê çemê Firatê çêkiriye û Fransa jî piştevaniya mana wê dike.

Herwiha Lavrov diyar kir, ku bihêzkirina aboriya Sûriyê pêwîstî bi demê heye û got: Em ji helwestên hin welatan dudil in ku dibêjin ew di jinûveavakirina deverên di destê Hikûmeta Sûriyê de beşdar nabin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin