Ruhanî: Me dijî hêzên bîyanî serketin bi dest xist

Serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî îro çarşemê 20-11-2019an îddia kir ku Tehranê hember hêzên bîyanî serketin bi dest xistîye û xwepêşandanên nerazîbûnê bi dawî anîye.

Navenda Nûçeyan- Hesenê Ruhanî raportên hin rêxistininan bi tundî red kir ku pirtir ji 100 xwenîşander ji hêla hêzên ewlekarîyê ve hatine kuştin.

Herwiha Ruhanî got:“Gelê Îranê careke din ji ezmûneke dîrokî bi serfirazî derbaz bû û nîşan da ku ewê nehêle ku dijminên Îranê ji rewşa heyî feyde bigire, tevî ku gilîyên wan ji rêvebirên welêt hebin jî.”

Ruhanî dîyar kir ku xwepêşandanên jibo piştgirîya hikûmetê, nîşana herî mezin ya vîna gelê Îranê ye.

Televîzyona dewleta Îranê îro raghand ku bi hezaran kes li Reşt, Gorgan û Erdebîl li bakur, Hemedan li rojava û Şehrîyar li başûrê Tehranê xwenîşanderên piştgirên hikûmetê derketin kolanan.

Ji 15ê mehê va xelkê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê dijî rejima Komara Îslamî ya Îranê xwepêşandanan dikin. Xwepêşandan zêdetir ji 110 bajarên Îranê birêva diçin û hêzên rejima Îranê êrîşî xwepêşanderan dikin. Li gor raporta duhê roja sêşemê 19.11.2019an a Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî (AMNESTY International) di xwepêşandên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de 106 kes hatine kuştin.

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da