Ruhanî: Îran dikeve qonaxa herî dijwar

Serokê Îranê Hesen Ruhanî radigihîne, ji bo rûbirûbûna vîrusa Korona, welatê wî dikeve qonaxeke nû û daxwaza qerzeke awarte ji Sandoqa Nextîneya Navdewletî dike.

Navenda Nûçeyan - Serokê Îranê Hesen Ruhanî di civîneke hikûmî de ragihand, ji roja Şemîya bê ve welatê wî dikeve qonaxa herî dijwar a rûbirûbûna vîrusa Korona, ku dê dest bi karên aborî li parêzgehan û rûbirûyî Korona jî bibe.

Ruhanî dîyar kir, ev qonaxa nû ya rûbirûbûna vîrusa Korona, pêwîstîya wê bi hevahengîya gel heye û tekez kir jî, desthilat bi tenê nikare hemû welatîyan qedexe bike ku ji malên xwe dernekevin.

Li gor dawî amaran, li Îranê hata niha nêzîkî zêdetir ji 62 hezar kesî bi vîrusa Korona ketine û nêzîkî 4 hezaran jî canê xwe jidest dane.

Herwiha Ruhanî daxwaz ji Sandoqa Nextîneya Navdewletî kir, bi erkê xwe rabe û qereke awarte biqasî 4 milyar ji bo rûbirûbûna Korona Dolar bide welatî.

Rojhilta Navîn Haberleri

Sûriye û Urdin hişyariyê didin Iraqê
Serokwezîrê Iraqê gefên destberdana ji kar dike
SpaceXê ji bo Starlinkê serî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê da
Amerîka: Tengava Hurmizê vekirî ye û Îran wê kontrol nake
Îraq, Sûriye û Amerîka li hemberî Tengava Hurmizê dê peymana xeta boriyê ya nû îmze bikin