Ruhanî: Divê em giringî bidin mafên Kurdên Sûriyê

Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî di lûtkeya sêalî ya Soçiyê de axivî û bal kişande ser wê yekê ku "divê giringî bi mafên Kurdên Sûriyê were dayîn" û got: “Em bihêlin bila gelê Sûriyê li ser siberoja welatê xwe, bi xwe biryarê bidin.”

Piştî lûtkeya sêalî ya Tirkiye – Rûsya – Îranê, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan civîneke çapemeniyê ya hevbeş saz kirin.

 

Hesen Ruhanî di axaftina xwe de got: “Bila Amerîka bawer bike ku Kurd beşek ji Sûriyê ne. Eger Amerîka vekişe jî, dê destwerdana xwe bidomîne.”

 

Ruhanî got: “Em bihêlin bila gelê Sûriyê li ser siberoja welatê xwe, bi xwe biryarê bidin. Sûriye yek milet e. Em hemû rêz li yekparçeyiya axa Sûriyê digrin. Divê ewlehiya welatên cîran jî were parastin. Divê hikûmeta Tirkiyê li ser Sûriyê bawer be. Em dixwazin ku peywendiyeke biratiyê were pêkanîn.”

 

Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî destnîşan kir: “Divê em giringî bidin mafên Kurdên Sûriyê.”

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin