Ruhanî: Divê Amerîka fêm bike ku bi zimanê gef û guvaşê bi me re neaxivin

Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî di yekem karvedana destpêkirina qonaxa duyem a cezayên Amerîkayê bo ser Îranê de ragihand: “Divê Amerîka fêm bike ku bi zimanê zorê, guvaşê, gef û dorpêçan bi gelê mezin ê Îranê re neaxive.

Rûhanî got: "Bi zordestî li hember gelekî mezin ê bi dîrokeke kevn a ferhengî rawestiyane û her roj hincetek çêdikin ku ev ji bo gelê me nayê qebûlkirin.”

 

Hesen Ruhanî pêngavên Amerîkayê weke guvaşek li ser xelkê Îranê bi nav kir û got: “Îro karê ku Amerîka dike zextek li ser xelkê ye û ne ti cihekî din e. Îro ne tenê em ji siyasetên Amerîkayê bi hêrs in, hikûmet û kompaniyên Ewropî û cîhanî jî hêrs bûne.”

 

Ruhanî got: “Ez bawer nakim di dîroka Amerîkayê de kesekî ku ev qas li dijî yasa û rêkarên navdewletî hatibe Koşka Spî. Dibe ku min jibîr kiribe, lê hemûyan binpêkirinên wan ên yasayî hebûye, evanên niha di lûtkeya binpêkirinan de ne.”

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin