Romana jiyana Seîd Çurukkaya hat qedexekirin  

.

Romana Selîm Çurukkaya ya bi navê “Dr. Seîd Me Kilîta Çiyê Wenda Kir” ku jiyana pêşmergeyê şehîd Dr. Seîd Çurukkaya kiriye mijar, li Tirkiye hat qedexe kirin û derbarê nivîskarê pirtûkê Weşanxaneya Dozê de ji doz hat vekirin.

Li ser daxwaza Dozgeriya Çapemeniyê ya Stenbolê û bi biryara Dadgeha Cezayên Sereke ya Stenbolê romana Selîm Çurukkaya ya bi navê “Dr. Seîd Me Kilîta Çiyê Wenda Kir” ku ji Weşanxaneya Dozê derketiye hat qedexekirin.

Dadgehê biryar da ku pirtûk were qedexekirin û ji bazarê were komkirin û herwiha derbarê nivîsakrê pirtûkê Selîm Çurukkaya û Weşanxaneya Dozê de jî doz were vekirin.

Rêvebir û Edîtorê Giştî yê Weşanxaneya Dozê Koroglu Karaaslan ji Rûdawê re diyar kir ku derbarê pirtûkê de li Dadgeha Stenbolê îfadeya wî hate standin.

Koroglu Karaaslan dibêje: “Ewên tehemula jiyana Dr. Seîd nekirin, ewên tehemula gora Dr. Seîd nekirin tehemula romana Dr. Seîd jî nekirin. Romana ‘Dr. Seîd Me Kilîta Çiyê Wenda Kir’ ji alîyê dadgeha Stenbolê ve hate qedexekirin, derheqê nîvîskar Selim Çurukkaya û Weşanxaneya Doz de bi daxwaza cezakirinê lêpirsin destpêkirin. Roja 22ê Çileya 2021an li Dozgeriya Stenbolê ifadeya min girtin. Qaşo me pesnê rêxistina terorê daye û endamên hêzên ewlekariyê wek hedef nîşan daye.”

Karaaslan herwiha da zanîn ku ji bo herdu çapên Tirkî û Kurdî ji cihê cezayê 20 hezar lîreyên Tirkî ji Weşanxaneya Dozê re birîne.

Rêvebir û Edîtorê Giştî yê Weşanxaneya Dozê di heman demê de diyar kir ku eger di heyama deh rojan de cezayê pere nerazînin dê ji bilî dozê yeke din jî li wan were vekirin û wiha axivî: “Me got ku me ti pesnê rêxistina navborî nedaye, em dê biryara îtiraz bikin. Herwiha me got bêyî ku lêkolîn derbarê tevahiya pirtûkê de bê kirin biryar hate dayîn.”

Dîroka sed salê dawî ya Bakurê kurdistanê di nav di romana “Dr. Seîd Me Kilîta Çiyê Wenda Kir” de bi hestiyarî bi destê Selim Çurukkaya yê birayê Seîd Çurukkaya ve  hatiye nivîsîn hatiye nivîsîn.

Seîd Çurukkaya ango bi navê naskirî Doktor Silêman roja 26ê Cotmeha 2016, li gundê Tîsxiraba Mezin a Başîkê û di demekê de ku mijûlî pûçkirina bombeyeke DAIŞê dibû, bombe pê ve teqiya û di encamê de bi giranî birîndar bû.

Piştî ku bo dermankirinê bo Almanya hat veguhastin, roja 30ê Cotmeha 2016 ji ber giraniya birîna xwe şehîd bibû.

Kurdistan Haberleri

TEŞKÎLATA AMEDÊ YA PWKyê, ÎRO (01.03.2026) BI MINASEBETA 47EMÎN SALVEGERA WEFATA MELE MISTEFA BARZANÎ YÊ NEMIR SEMÎNEREKÊ LI DAR
Zêdetir ji 20 parêzgehên Îranê de êrîşên esmanî hatine kirin
Piştgîriya netewî ji Hevpeymaniya Hêzên Kurdistana Îranê
Sererkanê Artêşa Îranê jî hat kuştin
Îranê ragihand ku Elî Xamineyî hatiye kuştin