Rojnameya Sözcü; "60 efserên tirk revîyan çûn Qendîlê"

Her wiha di nûçeyê de tê gotin ku ew agahî ji aliyê MÎT û sererkaniya artêşê ve jî hatiye piştrastkirin

Rojnameya "Sözcü" ya Tirkiyê nivîsîye ku, 60 efserên artêşa Tirkiyê ku ji wan 3 general  in, piştî hewldana darbeya 15ê Tîrmehê ya biserneketî, çûne xwe teslîmê PKKê kirine.

Li gorî nûçeya rojnamê, ew efser û fermandarên artêşa Tirkiyê bi rêya deriyê Xabûr-Îbrahîm Xelîl derbasê Zaxo bûne û li wir jî PKKyî ew veguhestine Qendîlê.

Her wiha di nûçeyê de tê gotin ku ew agahî ji aliyê MÎT û sererkaniya artêşê ve jî hatiye piştrastkirin.

Wek dihê zanîn Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Fikri Işık beriya niha gotibû, 288 efser, serbaz û fermandarên artêşê yên ku tevlî darbeyê bibûn, reviyane ku di nav wan de 9 general jî hene.

Heta niha PKKê li ser vê nûçeyê daxuyaniyekê nedaye.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin