Roja Şemiyê malpera rojnameya Elweten Online a Siûdiyê nûçeyek belav kiribû, ku tê de behsa darayî û mal û milkên hejmarek ji serkirdeyên payebilind ên Iraqê kiribû û navê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê Mesûd Barzanî jî di vê nûçeya xwe de anîbû.
Lê belê piştre rojnameyê bi awayekê fermî daxwaza lêborînê xwest û ragihand, ku nûçeya wan bêbingeh e.
Rojnameya Elweten Online herwiha tevî ku lêborîna xwe xwastiye, tekez kiriye, ku ew ê derbarê nûçeyê û çavkaniya vê nûçeya şaş de lêkolînê bikin.
Wê rojnameya Siûdî di ronîkirina xwe ya di vê bareyê de ragihandiye: “Em gelek daxwaza lêbihorînê li birêz Mesûd Mistefa Barzanî, Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê dikin, ji bo wê şaşiya ku me kiriye, ku tekez ti mebestek li pişt nebûye. Di pêşerojê de jî em dê lêkolînê li vê çavkaniyê bikin, ku em xistin nava vê şaşiyê.”