Rojnameya Îsraîlî: Îsraîlê mercê girtina ofîsa Hemasê ya Stenbolê daniye ber Tirkiyê  

.


Rojnameya Îsraîlî Yediot Aharonotê îdia kir ku rêveberiya Îsraîlê ji bo asayîkirina têkiliyan merc daniye ber Tirkiyê û heta Tirkiye ofîsa Stenbolê ya Hemasê negire pêwendiyên herdu welatan normal nabin.

Li gorî rojnameyê, çalakiyên terorî yên li Şerîaya Rojava û fînansekirina aboriya çalakiyên terorî bi bingeha Hemasê tê kirin ku nûnertiya Hemasê ya Stenbolê jî bingeha van karan e.

Rojnameyê diyar kiriye ku piştî ku balyozên herdu welatan hatine derkirin ji sala 2018an ve, Tirkiyê gelek caran daxwaz kiriye bi Îsraîlê re pêwendiyên xwe asayî bike, lê belê mercê girtina ofîsa Hemasê li ber hatiye danîn.

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye