Rojnameya Elman Zeitung : Baştirîn çareserî NATOyeke bê Tirkiye ye

Rojnameya Almanî Stuttgarter Zeitung di gotareke li ser Operasyona Efrînê de diyar kir ku, Tirkiye huquqa navneteweyî binpê kiriye û baştirîn çareserî dikare bibe 'NATOya bê Tirkiye' be. Erdogan û Tirkiye tenê dikarin ji zimanekî weha têbigihin.

Li gor rojnameyê biryara destpêkirina Operasyona Efrînê, ku ji alî Serokomar Erdogan ve hatî dayîn binpêkirina huquqa navneteweyî bû. Ev yek wekî kodetayek hemberî wan aliyan bû, ku dibêjin NATO xwedî nirxên demokrasiyê ye.

Stuttgarter Zeitung dinivîse: “Serokên welatên endamên NATO bi dengek bilind hemberî vê Operasyonê derneketin, ne jî dorpêçek danîn ser vî welatî. Diviyabû NATO dengê xwe bilind kiriba û avêtina Erdogan û 600 hezar serbazên wî gengeşe kiriba. Zimanê ku Erdogan dikare tê bigihe, dibe ku NATOyek bê Tirkiye be”…

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin