Rojnamevanê Radyoya Êrîvanê Keremê Seyad koça dawiyê kir

.

Nivîskar û rewşenbîrê Navdar ê Kurdên Ermenîstanê Keremê Seyad li paytexta Ermenîstanê Êrîvanê koça dawî kir. 

 Nivîskar û rewşenbîrê Navdar ê Kurdên Ermenîstanê Keremê Seyad li paytexta Ermenîstanê Êrîvanê koça dawî kir.

Keremê Seyad ê rewşenbîrê bi navûdeng duhî li Êrîvanê koça dawiyê kir. Seyad, 40 salan di beşa Kurdî ya Radyoya Erîvanê de xebitiye. Dema hikûmeta Ermenîstanê ji ber sedemên aborî dixwest dawî li weşana Radyoya Kurdî bîne, Seyad her roj rêya 12 kîlometreyî dimeşiya da ku weşana Radyoya Kurdî bi dawî nekin.

Seyad, 30ê Berçileya di sala 1938an de li gundê Hekko yê bi ser nahiya Talîna Ermenîstanê ji dayîk bûye û perwerdehiya xwe jî li wê derê bi dawî dike, piştre di sala 1960an de di Radyoya Dengê Êrîvanê de dest bi kar dike.

12 xebatkarên Radyoyaya Kurdî ya navdar a li Erîvanê ji ber şertên giran ên aboriyê dev ji kar berdidin, lê Seyad tevî van şertên xerab li ser weşana Kurdî karên xwe didomîne û bi tesîra kar û xebatên wî weşanên wî digihîjin heta îro.

Seyadê ku 40 salan di Radyoya Erîvanê de wek bêjer û rêvebir li ser çand û edebiyata Kurdî kar kiriye di salên dawîn de ji ber hin nexweşiyên xwe karê xwe radestî keç û kurên xwe kiribû.

Seyad di 83 salıya xwe deli Erîvanê çû ber dilovaniya Xwedê.

Kurdistan Haberleri

.
Konsulê Fransayê: Devera Barzanê dilê şoreşa gelê Kurd e
CPT: Ji ber bombebaranên Tirkiye û Îranê herî kêm 850 kes şehîd ketine
Komîsyona Îraqê hemû karên hilbijartinên Kurdistanê rawestandin
Şampıyonîya Amedspor û têkılîya sîyaseta netewî birêxistin û çalakîyên girseyî re