Rojnamegeriya "Gerok".

Bedirxan Epozdemîr

Di dîroka gelan da gelek bûyer, rojên taybetî, destan û serhildan hene ku bi naverokên xwe yên netewî gel li dor xwe civandine. Refên gel di saya wan da bi salan hatîye şitandin. Tu hêzek nikarîye vê şitandinê bide sist kirin. Gel jî li wana bê qeyd û şert xwedî derketî ye. Wana weka ronahîya çavên xwe parastî ye.

Weka nûmune ku em bêjin;  Îngîlîz, li Şekspîr, Romeo û Julîyet bi serbilindî xwedî derketine û îro jî rûmeteke giranbûha didine wana. Jan Dark, ruh û hisên netewî yên Fransizan zexim kirîye û wan li ser pîyan hiştî ye. Îro  jî meriv dikarê bi hesûdî temaşa Fînî'yan bike, çawa ku li dor destana xwe ya netewî "Kalavelayê" dicivin.

Lê em, em Kurd ?

Rojên me yên pîroz, destana me ya  qedirbilind  Mem û Zîn, heyîna me Şerefname ya giranbûha û newroza rengin ?

 

Gelo, ji sedan çendê me qedir û rûmeta wana dizanê?  Me wana rewa kirîye, di kûrayî ya dilê xwe da neqis kirîye?  Yan tenê gotin û sloganin li ser lêvan?  Pêwîste em bê xeyd wan bersivan baş  bidin.

 Li xweşê hinek cûwamêran neyê jî, ezê li vir dîsa piçêk zimanê xwe dirêj bikim. Eger îro desthelatî ya min hebûya, çiqas rêxistin û tevgirêdanên  Kurdan hebûn minê bernamê wana li gor naveroka Mem û Zîn û Şerefnameyê saz bikıra. Pîvana endamtîyê jî wê rewa kirin û di jîyana xwe da tetbiq kirina  van her du berhemên nemir bûya. Vêca kanê wê Kurd di demekê kurt da ji êş, azar, derd û belan xilas bibûyan yan na? Ka dê cîyê birakûjî û neyartîyê di nav vê civatê da bimana, yan na?

iro, em êşa çî dikşînin ?

Bi ya min ya sê tiştan; yekîtî, evînî, jîyaneke bi rûmet.

Başe, Ehmedê Xanî yê nemir berî sêsed salan wana dananîye pêşîya me?

Ka yekîtîya me, ka evînîya me? Jîyana bi rûmet beyî wana dikarê bê?

 

Û mereqa min; gelo, emê rojek bi mêrane ji dîroka xwe  bikarbin lêborîn

bixwazin?

Li qenc û xirapên xwe (dereca qenc û xirapa çîye em vî jî baş nîzanin, lê

xelqê gotîye me jî rewa kirîye.)  bî  tevayî bikarbin xwedî derkevîn?

 

Zarokên Ehmedê Xanî gerek lê şermezar nekin.

 

 

                 

Dîroka destpêka rojnamegerîya netewan, eynî wext dîroka destpêka ronahîya

Netewan e. Sedema vî, bêguman rola rojnamegerîyê di azadî û rizgarîya gelan

da cîyeke xwe yê taybetî heye.

 

Sala 1898 ji bo rojnamegerî û rewşenbîrîya Kurda salake pîroz e. Îsal me 128   salîya rojnama yekem ya Kurd ya"Kurdistan" ê pîroz kir.  Eynî wext îsal, 118  salî ya "Kürt Teavün ve Terakkî gazetesî" û 108  salî ya kovara "Jîn" e.

 

Destê mamosta Bozarslan xweş  bî, ku wana zivrandîye zimanê îro û me jî van nemeta bê tem nehiştî ye. Bozarslan wan her sê rojnaman  weka sê xwîşkên nazenîn dibîne ku di nav temena wan da deh sal ferq heye. Ferqa temenê hebî jî, êş û azar, daxwaz û armanç yeke.

 

Çawa tê zanin, rojnama yekem ya Kurd "Kurdistan" sed û bist û heşt sal berê roja 22 Nîsanê di 1898 da ji alîyê rewşenbîrê Kurd yê nemir, Miqdad Mîthat Bedir-xan va lî Misir'ê dest bi weşana xwe kirîye.

 

Pêwîste roja 22 nîsanê di seranserê welat da ji alîyên sazî û rêxistinên me va, bi fermî roja rojnamegerî ya Kurd  bê îlan kirin. Û her sal ev roj bê pîroz kirin. Her sal jî bi bernameyên taybetî, bi civîn û konferans, bi şahî û dîlan li welat û derveyê welat bê pîroz kirin. Ev pêşnîyar ji hemû dor û alîyan ra ye. 

 

Meriv gava bi tevayî temaşa naveroka rojnama "Kurdistan" dîke, îro jî dikare gelek dersan jê bistine. Li ser rojnamê zilm û zordarîyeke nedîtî hatîye barandin. Cîh û wareke wê yê sabît çênebû ye. Sedema vî jî nav dayîna berêz Bozarslan ya rojnama "gerok" di cîh da ye.

 

Qey îro rewşa rojname û rojnamevanên me ji dema rojnama "Kurdistan" çaktir e? Bi tevayî dawî li "gerok"î yê hatîye? Lê, şik tuneye dê dawîya "gerok"î yê bê. Derman, yekîtî û evînî ye. Bi hesreta wan rojan.

 

 Sed û Bist û Heşt salî ya rojnamegerî ya Kurd pîroz be.