Rojhilata Kurdistanê/ Di nav 8 rojan de herî kêm 23 kes hatine girtin

Di heyama çend rojên borî de herî kêm 23 kes li Rojhilatê Kurdistanê hatine girtin.

Dezgeha mafên mirov ya Hengaw daye zanîn, doh li bajarokê Serwava yê Sine du kes bi tohmeta xebatên siyasî hatin girtin. Navê yekî Aram Edwayî ye û navê yê din jî Birhan Edwayiyan.

Li gorî raporta Hengawê, ji destpêka sala 2019 ve heta niha, herî kêm 23 kes li bajarên Sine, Ormiye û Kirmaşanê hatine girtin ku piraniya wan bi tohmeta xebatên siyasî hatine girtin.

Di nav kesên ku hatine girtin de, 16 kes Sineyî ne, 6 kes xelkê Ormiyê ne û yek jî xelkê Kirmaşanê ye.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin