Rojhilat – Li Xoy bazirganekî kurd ji aliyê hêzên Îranê ve hat kuştin

.

Li bajarê Xoy yê Rojhilatê Kurdistanê, bazirganekî kurd ji aliyê hêzên polîs yên Îranê ve hat kuştin.

Malpera mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, îro danê sibê hêzên ewlehiyê yên Îranê li nêzîkî bajarê Xoy û li ser rêka Selmas-Xoy, otomobîla bazirganekî kurd, bi behaneya ku barên qaçax bar kiriye, dan ber guleyan.

Li gorî agahiyan, ew bazirganê kurd di wê êrişê de hat kuştin.

Navê wî bazirganê kurd Bêhzad Haşimî (37 salî) û bavê zarokan û xelkê bajarê Selmasê bûye.


 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye