Rojhilat – Li Pîranşarê du bira ji aliyê pasdarên Îranê ve hatin kuştin

.

Rêveberiya Îtlaata Parêzgeha Urmiyê ragihand ku li bajarê Pîranşar du kes kuştine ku hewl dane kiryarên terorîstî bikin, lê çavkaniyên xwecihî berevajiya wê dibêjin, ew du kes welatiyên asayî bûn û bê sedem hatine kuştin.

Hêzên Îtlaata Parêzgeha Urmiyê êvara roja Çarşemê li ser rêya navbera gundên Şînawê û Zêdan teqe li du birayên bi navên Ebdulla Nadirî û Osman Nadirî kirine ku di nav otomobîla xwe de bûn û herduyan canê xwe ji dest dane.

Peywendiyên Wezareta Îtlaatê îddîa kiriye ku peywendiya wan herdu kesan bi grûpên “Bakurê Iraqê” ve hebûye û di rûbirûbûnekê de hatine kuştin. Lê heta niha ti aliyekî Rojhilatê Kurdistanê ev yek piştras nekirine.

Di daxuyaniya Wezareta Îtlaatê de tê îddîa kirin ku 2 çekên kelaşînkof, narincok û teqemenî bi wan herdu kesan re bûne û xwestine operasyonê bikin, lê bi hevkariya Supaya Pasdaran û Wezareta Îtlaatê hewldana wan hatiye pûçkirin.

Ajansa Nûçeyan a Kurdpa ji ser zarê çavkaniyên agahdar belav kiriye ku hêzên Supaya Pasdaran bêyî tu sideman ew herdu welatî dane ber fîşekan. Rêxistina Hengaw bo Mafên Mirov jî belav kiriye ku piştî bûyerê Îtlaata Bajarê Pîranşar dayîk, bav û çend kesên din ji endamên malbata wan herdu kuran desteser kirine.

Kurdistan Haberleri

Pîr Deyan Cefer: Nêzîkî 100 hezar zarokên Êzidî li koçberiyê ji dayik bûne
Berdevkê AK Partiyê: Divê HSD jî çekan deyne
Aslanê ku hestiyên kurê xwe di qutiyê de wergirtibû: Kesên wekî min êşbar aştiyê dixwazin
Bêrîvan Aymaz: Ez dixwazim berpirsiyariya bajarê Kolnê bigirim ser xwe
Midyad: Kurdên Êzidî piştî bi dehan salan vedigerin warê bav û kalan