Rojhilat/ Li Pîranşarê bazirganekî kurd hat kuştin

Li devera Pîranşar ya Rojhilata Kurdistanê, bazirganekî kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin.

Li gorî agahiyên dezgeha Hengaw, derengiya şeva borî li nêzîkî gundê Kose yê bajarê Pîranşarê, pasdarên Îranê otomobîla bazirganekî kurd dan ber fîşekan, bi hêceta ku barên qaçax hildaye.

Li gorî agahiyan, di encama wê êrişê de ew welatiyê kurd hat kuştin.

Navê wî welatiyê kurd Selah Îsfendvend, temenê wî 28 sal û xelkê bajarê Mehabadê bûye.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin