Rojhilat – Li devera Bane kolberek hat kuştin

.

Li devera Bane ya Rojhilatê Kurdistanê kolberek ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin.

Malpera mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, îro danê sibê pasdarên Îranê li zozana sînorî ya Hengejal ya bajarokê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê, komek kolberên kurd dan ber guleyan.

Li gorî agahiyan, di wê êrişê de kolberek hat kuştin.

Navê wî kolberê ku hatiye kuştin, Haşim Hesenî û xelkê gundê Mencîlan yê Bane bûye.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin