Rojhilat – Li Bane bazirganekî kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin

.

Li bajarokê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê bazirganekî kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin.

Îro danê sibê pasdarên Îranê li nêzîkî gundê Bilke yê bajarokê Bane li parêzgeha Sine, otomobîla bazirganekî kurd bi navê Husên Ferecî (63 salî) dan ber guleyan.

Li gorî agahiyan, di wê êrişê de ew bazirganê kurd hat kuştin.

Pasdarên Îranê bi gumana ku barê qaçax di otomobîla wî bazirganê kurd de heye, otomobîl dabûn ber guleyan.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye