Rojhilat/ Kolberek û bazirganek rastî êrişa hêzên Tirkiye û Îranê hatin

Li herêma Ormiyê ya Rojhilatê Kurdistanê kolberek û bazirganekî kurd di encama êrişa hêzên Îran û Tirkiyê de birîndar bûn.

Li gorî agahiyên Hengawê, duh li devera Çaldiran ya Rojhilatê Kurdistanê û li ser sînorê Bakûr, kolberekî kurd rastî êrişa hêzên Tirkiyê hat û birîndar bû.

Kolberê birîndar birin nexweşxaneya bajarê Wanê. Navê wî kolberî Hemîd Birûkî Mîlan bûye.

Duh li gundê Bîtas yê Mehabadê jî otomobîla bazirganekî kurd, bi behaneya ku tiştên qaçax tê de heye, rastî êrişa hêzên Îranê hat.

Di wê êrişê de ew bazirganê kurd, ku xwedanê otomobîlê jî ye, birîndar bû.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin