Rojhilat | Girtiyê Kurd yê xwestibû întihar bike, bi lêdana 60 qamçiyan hat sizadan

.

 Hat ragihandin ku li girtîgeha bajarê Urmiye yê Rojhilatê Kurdistanê, bi hinceta ku girtîyekî Kurd xwestiye xwe bikuje, bi lêdana 60 qamçîyan hat sizadan.

Dezgeha Mafên Mirovan a Kurdistanê ku navenda wê li bajarê Sine ye da xuyakirin, doh 14ê Sibatê girtiyê kurd Hadî Rostemî, ku ev çend sal in bi tohmeta diziyê hatiye girtin û sizayê jêkirina 4 tiliyan bi ser de hatiye sepandin, bi lêdana 60 qamçiyan hat sizakirin.

Hat diyarkirin ku wî girtiyê kurd çend roj berê hewla xwekuştinê dabû, ji ber wê yekê berpirsên girtîgehê sizayê lêdana 60 qamçiyan dane wî.

Hadî Rostemî ku xelkê OUmiyê ye, sala 2015an bi tohmeta diziyê hatiye girtin û sizayê qutkirina 4 tiliyên destê wî yê rastê bi ser de hatiye sepandin ku heta niha sizayê wî nehatiye bicihanîn.

Çend roj berê saziya lêborîna navdewletî Amnestyê daxwaz ji berpirsên Îranê kiribû sizayê qutkirina tiliyan li ser wî girtiyê kurd betal bikin û wî ji nû de dadgeh bikin, ji ber ku ew bi şiklekî dadperwerane nehatiye dadgehkirin.

Herwiha li heman girtîgehê ji bilî wî girtiyê kurd, 5 girtiyên din jî bi tohmeta diziyê û bi qutkirina tiliyên destan hatine sizakirin ku li benda bicihanîna sizayên xwe ne.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye