ROJHILAT: DI NAV SALEKÊ DA 24 JIN HATIN KUŞTIN!

Li gor raporta Hengawê di heyama salekê da li Rojhilata Kurdistanê bi kêmanî 24 jin, hatine kuştin.

Bi hilkefta 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, Dezgeha Mafên Mirovan Hengaw, raporta salane ya di derbarê jinên Rojhilatî de parve kir.

Li gor raporta Hengawê, ji 8ê Adara par ve heta niha bi kêmanî 24 jin, ji alîyê nasên xwe ve hatine kuştin.

Li gor amarên Dezgeha Mafên Mirovan Hengawê, 24 jinên qetilkirî ji alîyê bav, bira, mêr an jî zavayên xwe ve hatine kuştin û herî zêde kuştina jinan li Ormîyê hatiye encamdan.

Li gorî amara Hengawê, 10 jin li Ormiyê, 8 jin li Sine, 4 jin li Kirmaşanê û 2 jin jî li Îlamê hatine kuştin. Piraniya wan jinan jî ji aliyê hevjînê xwe ve hatine kuştin. Jina herî biçûk ku hatiye kuştin, 10 salî û ya herî bi temen jî 57 salî bûye.

(BasNews)

JIN Haberleri

Li Amedê 14 jin hatin desteserkirin
Mêran di meha Sibatê de 22 jin kuştine
Mesrûr Barzanî li ser qetilkirina Şinyar Huner: Ti şerefek di jinkuştinê de nîne
Dosyeya “tecawiz û îşkenceyê” ya Garîbe Gezerê bê encam maye
Holanda: Siyasetmedara Kurd bû Wezîra Dad û Ewlehiyê