ROJHILAH/ Kolberek ji ber sermayê can da û yek jî hat kuştin

Li Rojhilata Kurdistanê zehmetiya debarê canên kolberan dixe metirsiyê.

Hate ragihandin li Rojhilata Kurdistanê, li devera Çaldiranê kolberekî Kurd ji ber sermayê canê xwe ji dest da û li Kotolê ya Xoyê kolberekî rastî êrîşa Supaha Pasdaran a Îranê hat û hat kuştin.

Dezgeha mafên mirov ya Hengaw daye zanîn, duh li devera Çaldiran li ser sînorê Bakûr û Rojhilat, kolberekî kurd bi navê Emîr Tahirî ji ber sermayê can da.

Li gorî agahiyan, termê wî kolberî ji aliyê serbazên Tirkiyê ve hatibû dîtin û piştî ku nasnameya wî hatibû zanîn, ji deriyê sînorî yê Bazirgan re derbasî aliyê Rojhilat hatibû kirin.

Ew kolberê kurd 20 salî û xelkê gundê Gurgure yê bajarokê Çaldiranê bû.

Di heyama çend rojên borî de ev sêyemîn kolberê kurd e ku ji ber sermayê can dide.

Li aliyekî din li devera Kotolê ya bajarê Xoy yê Rojhilatê Kurdistanê jî, kolberek hat kuştin û yek jî birîndar bû.

Dezgeha mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, duh li gundê Raziyê li devera Kotolê ya bajarê Xoy, ku dikeve ser sînorê Bakûr û Rojhilat, komek kolber rastî êrişa pasdarên Îranê hatin.

Li gorî agahiyan, di encama wê êrişê de kolberek hat kuştin û yek jî giran birîndar bû.

Navê kolberê ku hatiye kuştin, Ebdullah Yûsifî û xelkê gundê Belecûk yê devera Kotolê bûye, navê kolberê birîndar jî Îhsan Xalidî xelkê nahiya Kotolê ye.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin