ROJHELATÎ KURDISTAN LAYIQÎ RÊZ Û QÎMETÊ YE

Nuri Aldur

2026.10.25

ROJHELATÎ KURDISTAN LAYIQÎ RÊZ Û QÎMETÊ YE

Armanca minî sereke bo vê nivîsê, li ser çend gotinên serokê herêma me yî Kurdistan rêzdar kek Nêçîrvan Barzanî ye. Ez wan gotinan,  ji rexne bêhtir wek hûcûm dibînim.

Gelek ji me baş di zanin ku serokatîya hûkûmeta Kurdistan û ne xasim rêzdar serok Nêçîrvan Barzanî di dîplomatîyê de jêhatî û zîrekin û ez bixwe jî  vî karî/vê xizmetê pir hêja dibînim û pêjî serbilindim. Firaza wan/netîcên wan dîyarin;  wek nîşan û îspat ezê van noktên li jor/xwahrê bo we xwendevanan pêşkêş bikim:

¤ kar û tekoşîna wan li gel Bagdad û Şam, her çiqas bi teq û req, xir û cir jî be  - di gelek noktande bi ser di kevin. Dîplomatî wehaye; bide û bistêne

Bi sed hezaran kurdên me yî ji Rojava li herêma Kurdistan bi cih bûne û arabên iraqî jî hatine herêma Kurdistan û eve hemî kar û politîka aqilana li gel Bagdad û Şam pêwîst dike û serokatîya Kurdistan vê jî baş bikartîne

¤ Têkilîyên hûkûmeta me, li gel welatêndin yên arab(Katar, Ûmman, Ûrdûn û hinekedin) bawerim di meseleyên ticaretêde gelek başin.

¤ Dîplomatîya li gel Ankara, ji xwe di sewîyeke aktûel û bilind deye. Wa dîyara ku Ankara gûh dide bawerî û daxwazîyên serokatîya(nokta herî gring ticarete, balam ne tenha ewe) herêma Kurdistan.

¤ Ê pekî li gel Tehran/Îran rewş çilo ye/çawa ye? Ha ji xwe li vir mesele hesas dibe û ez bi xwe nizanim bê ma gelo bersiv wê  çawabe  û wê çilobe!

Ji ber ku rejîma Tehran xwedî îdareyeke reş û tarîye (her tarîxî jî wilobû) protokol, hevdîtin û guft û go ne dîyarin/ne hişkerene. Helbet hingî jî, ji rejîmên wilo merov nikarê tu hêvîyêndin bike ye.

Ha li vir, serokê Kurdistan rêzdar Nêçîrvan Barzanî pêwîstbû; li gor hizr û bawerîyên min; ku li hemberî kurdên Rojhelatî piçek xwedî sempatî bana/hinek dilşewat bana -  anjî bêhtir dîplomat bana.

Ma gelo, ne-neheqîye dema ku rêzdar serok, Rojhelatîyan biçûk û perîşan bike ye? Rasta, ewan li herêma Kurdistanin û bê goman eve bo hûkûmeta kurdî ne hêsana; balam ewan di dema Sadam de ji li wan deran bûn, û ji xwe rejîma melan herdem kamp û malên Rojhelatîyan bombebaran dike; pêşmerge û kesên wan qetl dike û eve zararê dide başûrîyan jî û eve dîplomatîya hûkûmeta kurdî jî zeîf dike ye

Divêt em vê jî baş bizanin ku rejîma melan;  opozîsyonan hîç qabûl nakê/ taamûl nakê û di dawîya dawî de, ewên îktîdara hûkumeta kurdî li başûrî Kurdistan jî qabûl nekin. Hûn kurdên başûr wana ji me hemîkan bêhtir dinasin(anjî pêwîste ku hûn wana ji me bêhtir binasin) ji ber ku hûn gelek salan li wir penaber mana.

Rojhelatîyan pevre yekbûnek çêkirine û eve tiştekî pîroze û ewan pevre îlan kirine ku dixwazin û di tekoşin da bê şer meselan halbikin/ dîplomatîyê bikarbînin, LÊ û dîse jî LÊ; divêt ku em û hûkûmeta kurdî bi bîrbînin; ku dîplomatî li gel terorîstan nabe:

şehîd Qasemlu li gel wan dîplomatî kir; Simko axa jî bi wan bawerkir û çû hevdîtinan bi ware bike, belkî jî şehîd Qazî  Mihamed û Şerefkendî jî bi xap û dîplomatîya wanî pîs û lewit î ketne xefka wan.

Ne ku ez şîret û aqil di warên dîplomatîyêde didime kesî; na, na;  belkî bi sedan aqilmend û mûşawîrên hûkûmeta kurdî hene – LÊ, mafê me yî her welatîyî heye ku di dema ku heqsizî, nebaşî û bê adaletî li gel- û welatê me bibe, divêt em bi bilindî û bi modernî; bo xweşî û serfirazîya kurd û Kurdistan bikne qîr qîr:

îroj ji hemî rojan bêhtir pêwîstîya Rojhelatîyan bi empatî û sempatîya me heye; bîlhesa bi arîkarîya başûrîyan/bi arîkarîya hûkûmeta kurdî/ hûkûmeta Kurdistan.

Mîna ewan çawa arîkarîya Rojava, Bakûr dikin – divêt bo Rojhelatjî bikin; eger ewe nikaribin; hema Rojhelatîyan ne perçiqênin jî.

Ev ne cara yekeme ku dilên Rojhelatîyan têt şikandin; berî bi demekê pêşmergeyeke jin ku rejîma melan şehîd kiribû li başûr; nexweşxanan derîyên xwe girtibûn û heta jî mizgeft û goristanan jî eve cenaze qabûl nekiribûn.

Eve ne layiqê kurd û kurdewarîyê ye, birêzan berpirsîyaran û serokatîya başûrî welatêmin.

 

Nuri Aldur