Bedirxan Epozdemîr
Gelek caran tê gotin yan jî tê nivsandin, gelo Kurd xwedan rojevin, yan na? Yan jî rojeva Kurdan bi destên wane, yan bê irada wan tê holê?
Pêwîste bêwestan em serê xwe li ser tiştên bingehin bi êşînin.
Sedem ku heya tiştên bingehîn zelal nebin, wê emê tim li pey bûyeran kaş bibin.
Ev êş û azarên ku em dijîn, ev trajedîya ku didomê wê xetma xwe tim li ser rewşa gel û welatê me bidin û bi xwe ra trajedîyên nûh bi efrînin.
Dema ku ez van dibêm elbet armanca min, raxistina tabloyeke reş, yan jî şiringe kirina bêhêvî bûnê nine.
Bê şik îro em ji doh çetirin, sibê emê ji îro çetirbin.
Lê rewşa meriv, konaxê ku meriv têda derbaz dibî, mixabin ku rastîyan nagûhirînê.
Sedem vî pêwîste rojeva me bi dest û irada me bê xuya kirin.
Em li pêyî bûyeran kaş nebin.
Rojava me dîl nebî, em lê ji destê xernexwaza derxin û azad bikin.
Gerek em xwedan huner û qewil bin.
Da ku em bikarbin guhartin û pêşveçûne ku li hereme û welatê me diqewimin, encaman ji wan derxin û di rojeva xwe da bidine rûniştandin.
Gerek tucar neyê ji bîr kirin; ku em bi kirin û projeyên 30-40 sal berê nikarin pirs û pirsegirikên xwe çareser bikin.
Her cûre xebat û tekoşîna me pêwîste xizmet bike ji bo xesasîyetên me yên netewî.
Reçete û pêşnîyarên me pewîste bersiv bidine pirsên me yên rojane.
Tevgera me gerek me ji hev dûr neke.
Em derîyên xwe li hev negrin.
Her hewildan û gav avêtinêkê me pêwîste xizmet bike ji bo yekîtîya me ya netewî. (Wê dom bike)