Rojeva Me Bi Irada Me Ye ? (1)

Bedirxan Epozdemîr

Bedirxan Epozdemîr

Serpêhatîya qelemê serpêhatîyeke dur û dirêj e.
Ku meriv bindest bî, bêdezgeh û sazîyên netewî bî, êş û azar zêdetirin.

Ku xetên sor û xesasîyetên meriv yên netewî xetma xwe li jîyana rojane nedin, wê demê ziman gelek dirêje û zept û rept kirin pir zehmet e.

Ku meriv bêperwa bî, hedê xwe û sînorê xwe nizani bî, bi kirin, gotin û nivîsên xwe tenê xwe tetmîn bike wê demê meriv kor, ker û lal e.

Wê demê niviskar pirin, qelemşor û gotarbêj zêden e.
Û mixabin wê demê dengê miridan û çepikan, dengên aza dixitmînin.

Malxirabûna herê mezin ewe ku bi hinek fantazîyan û bi şiringeyên sûnî civat tê tevzandin.
 
Gelo emê di heqê van malxirabîyan da çawa bên?
Dengên aza wê kengê zorê çepik û mirîdan bibin ?
 
Konaxê ku em îro têda derbaz dibin, gerek êdî dawî binê li lûksên me.

Êdî gerek em di nav tirs û fikara da nebin.
Pêwîste êdî gûhartin çebin di tirs û fikarên me da.
Pêwîste  êdî em bê tirs bêjin “melik tazî ye”
 
Ku em bikarbin bi cûwamêrî bersivên van pirsan bidin û di heqê tirs û fikaran da bên, şik tinebî, tê rojek bê wê em jî bigehijine tema gelek tiştên xweş.

(Wê dom bike)