Rojê çend caran rêya xwe bi Rûpela Nû bixin!

Zinarê Xamo

Heger hûn dixwazin bizanibin li Kurdistanê û li dinyyê çi dibe û çi diqewime û kurd çi dikin, temiya min li we rojê du sê caran rêya xwe bi Rûpela Nû xin…

Heyran ev hevalên PAKê jî eynî wek mûriyan/gêrikan dixebitin, camêran nig di bin xwe ve nakin.

Jimara wan hindik e, belkî bi qasî mangayeke leşkerî ne, lê belê kar û barên ordiyekê dikin.

Ez ji kesên xebatkar û bi xîret hez dikim. Hin fikir û siyaseta kesên xebatkar û bi xîret ne li gorî fikrê meriv, ne li gorî dilê meriv be jî dibê meriv piştgiriya wan bike.

Pîvan û mîtroya min ya dostîyê, sempatiyê û piştgiriyê ev e. Kî ji bo kurd û Kurdistanê bixebite piştgirî heqê wan e.

Nuha bi minasebetekê min rêya xwe bi malpera/sîteya Rûpela Nû xist. Ji zû da bû min rêya xwe pê nexistibû.

Tiştê min dît him ez matmayî hîştim û him jî pir kêfxweş kirim.

Çimkî Rûpela Nû him wek sîte û him jî wek malpera Facebookê, êdî wek berê ne mirî ye, bi kurdî jî û bi tirkî jî pir aktîf e.

Di beşê kurdî da jî û di beşê tirkî da jî bi dehan nûçeyên(xeberên)nuh, rojane hene.

Ji malpera/sîteya partiyekê bêtir dişibe ajanseke xeberan. Bi dehan xeberên nuh, aktuel hene. Diyar e berpirsiyar sîteyê tim nuh dike…

Berpirsiyarên nuh kî bin ez wan ji dil û can pîroz dikim.

Sîteyek, malperek bi du zimanan ancax kane hewqasî aktîf û aktuel be…

Dibê PAK berpisiyarên ya jî berpirsiyara nuh pîroz bike.

Bi qasî min bihîst, gotin hevaleka wan ya keç e, îdareya Rûpela Nû girtiye ser milê xwe.

Dîzayna sîteyê jî xweş e, zêde ne tevlihev e, meriv xeberan rehet dibîne

Kesê dixwaze ji bûyer pêşketinên he çar perçên Kurdistanê û dinyayê, ji xebatên kurdan yên li Ewrûpayê haydar bibe dibê rojê çend caran rêya xwe bi Rûpela Nû xe.

Ji nuha û pê da ezê her roj lê binêrim.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin