Rojbeyanî: Eger rewşa navçeyên Kurdistanê neyê çareser kirin divê hemû partî helbijartinan boykot bikin

.

Seroka Lijneya Navçeyên Kurdistanê yên Derveyî Herêma Kurdistanê li Parlamentoya Kurdistanê Ciwan Rojbeyanî, di derbarê navçeyên Kurdistanî axivî û diyar kir: ‘‘Rewşa navçeyên Kurdistanî, di qonaxeke giran re derbas dibe. Ji ber nebûna seqamgirî û piştrast nebûna hemwelatiyan, rewş zehmet e. Ji ber ew hêzên ewlehiyê nikarin wek pêwîst erkên xwe bicîh bînin. Bi taybet Kurdên rûniştvanên wan navçeyan ku niha beşek piraniya wan koçber bûne û mal û halên xwe jî bicîh hiştine.’’

Herwiha da zanîn: ‘’Pêwîst e berpirsên Hikûmeta Iraqê berpirsyartiyê rakin û alîkarbin di çareserkirina pirsgirêkên navçeyê û dabînkirina jiyaneke layîq de ji bo rûniştvanên li deverê yên ji hemû pêkhateyan. Ji ber niha Kurdên wê navçeyê hest bi nebûna piştevaniyê dikin û ji ber berdewambûna cîhbicîhkirina proseya erebkirina navçeyê, bi piştevaniya berpirsên Hikûmetê yên li navçeyên Kurdistanî ve ew pêk tê.’’

Ciwan Rojbeyanî destnîşan kir: ‘‘Em li gel nûnerên hemû aliyên siyasî guftûgo dikin, pêwîst e hemû partiyên siyasî yek helwêst bin û yek deng bin, eger çareseriyek ji bo rewşa xerab a navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya herêmê neyê dîtin, pêwîst e hemû partiyên Kurdî ligel yek boykota hilbijartinên Iraqê bikin. Ji ber Kurdên rûniştvanên wan navçeyan nikarin bi azadî deng bidin.’’

Kurdistan Haberleri

Jiyan Omer: Heta sîstemeke nenavendî neyê avakirin, pirsgirêkên Sûriyeyê çareser nabin
Dana Gas û Crescent Petroleumê 2 milyon dolar dan mexdûrên lehiya Çemçemalê
Erdogan: Pêvajoya Aştiyê bi lez pêşve diçe
Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Ewropayê nexşerêyekê bo pêşvebirina mafên mirovan amade dikin
Barrack: Heta DAÎS bi temamî têk biçe hêzên Amerîka li Sûriyê dimînin