Rojavayê Kurdistanê- Şewata zevîyên kurdan berdewam dike

Roja sêşemê 19.05.2020an komên çekdar îro jî li çend bajarên kurdan zevîyên kurdan şewitandine.

Navenda Nûçeyan - Li gor zanyarîyan tîmên agirkujîyê yên li navçeya Til Birak û kantona Hesekê şewatên bi zevîyan ketin, vemirandin û ji ber şewatê zêdetirî 270 donim genim û ceh şewitî.

Tîmên agirkujîyê yên navçeya Til Birak a kantona Qamişlo îro bi hevkarîya şênîyan şewata ku di nava zevîyên çandinîyê yên gundê Xirbet Dahir ê nêzî bajarokê Girbawî de pê ket, vemirand. Agir nêzî 60 donim jî ceh şewitand.

Herwiha tîmên agirkujîyê şewata ku li gundê Reşo yê girêdayî navçeya Til Birakê çêbû, vemirand û nêzî 100 donim ceh ê welatîyê Cûma Remê şewitî.

Ji ber sedemên ne dîyar şewat di nava zêdetirî 110 donimî li cihên cuda yên parêzgeha Hesekê de çêbû û ji alîyê tîma agirkujîyê ve şewat hat vemirandin.

Li gorî rêveberîya giştî ya Desteya Jîngeh û Şaredarîyan cih û miqarên şewitîne wiha ye û hemû ji ber sedemên ne dîyar in:

Herwiha çend roje çekdarên bi navê Artêşa Nîştimanî ya Sûrîyê ku di bin kontrola Tirkîyê  de zevîyên li gundewarên rojava û bakurê navçeya Til Temirê dişewitînin. Çekdaran zevîyên gundên Menacîr û Ehras ên rojhilat û başurê Serêkanîyê û gundên Lîlan û Dibse yên li navçeya Til Temirê şewitandin.

Şênîyên li gundewarên navçeyên Til Temir û Zirganê yên bi ser enîyên şer ve li ser şewata mewsima xwe metirsîdar in. ŞÊnîyê bi navê Mensûr Îsa yê ji gundê Til Tewîl ê girêdayî Til Temirê yê nêzî enîya şer got ew wek sivîl bi sedema gefên şewatê li dijî berhemên wan ên çandinîyê ku qûta jîyana wan e, metirsîdar in.

 

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da