Nuri Aldur
Rastî/fakta: hûkûmeta Ahmed Shera ji alîyê Neteweyên Yekbûyî, Awrûpa, Amerîka û gelek welatêndin ve hatîye naskirin û hat bixêrhatin bo gelek konferans û civînen nav dewletî.
Lewra niha hinek qoz ketine destê Ahmed Shera û hevalên wî.
Pekî çine evan qozan? a) ev îtirafa dinyayê bo wan qezenceke/qozeke
b) desteka dinya arab û misilmanan qozekîdine
c) piştgirîya dewleta tirk ya bi milk û mal, sîlah û cephane û bo rih û can qozekîdinî herî giringe bo wan. Û bê goman evan faktoran, wan li ser pîyan dihêlê û amrê wan dirêjtir dike.
Lê helbet zeîfî û zahmetîyên Ahmed Shera û rejîma wî jê ne kêmin.
Pekî çine evan zeîfîyan?
a) ji hindikayî ve sed hezar şervanên Rojava hene ku bi nîzam û disiplînin.Lê hê jî ordîyeke rejîmê ya rast û rê tûneye.
b) hêjî Amerîka û Awrûpa bi çavekî şûbhe li Ahmed Shera û hevalên wî di nerin, ji ber ku tarîxeke wan ya tarî/barbarî heye
c) tirsa dewleta Îsraîl, weke mazrabê Azraîl her li ser serê rejîma Ahmed Shera ye.
Ha li vir divêt rojavayî qezenc û zararên xwe bi pîvan û wezinandin hesab bikin û heta pêkan bê/mûmkûn bê, rojavayî van erênîyan pêk bînîn û tedbîq bikin. Helbet evan qezenc û tedbîqkirinan wê ne hesanbin. Lê rojavayîno roj roja politîkayêye, dem dema taktîk û stratejîyaye. Ma hema tenê wê dewletên kurdkûj wê xwedî manawrên politîkîbin. Eger
Rojavayî ji van qoz, şert û rewşê îstîfade nekin,
wê rojek bê ku bibêjin ku " ha xwezî me weha kiribana " anjî " xwezî me weha nekiribana " . Lê hingî jî belkî dereng bû bê û ewê vê gotina pêşîyênme bênine bîrame: " bi xwezîya kesî dest neavêtîyê baqên kezîyan ".
De heydê rojavayîno politîkayeke vekirî, serbixwe û bi biryar bimeşênin û bere car carna "tîr li latê kevê " xemnakê, ew jî dibin ders. Ordîyeke we heye, gelek welatên Awrûpî bi awakî sempatîk we dibînin, hûkûmeta başûrî Kurdistan li gel we di dîyalogêdeye û bi were hevala. Îroj hûn xwedî gelek awantajin. Pêwîste ku hûn li gel Amerîka, Awrûpa û hinek welatêndin jî di gel têkilîyandebin û bi vê psîkolojîya politîkî; kurd û kurdistantîya xwe bikin, bitekoşin, pêşbixin û hûn karin car carna jî weha bibêjin: " ku di kûre zirav bibê, bere di wire jî bi qetihê ".