Rojava- Asayîşê dorpêça li ser navçeyên rejîma Sûriyê rakir  

.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) dorpêça li ser navçeyên rejîma Sûriyê li Hesekê û Qamişlo rakir, di hember de jî dê hêzên rejîmê dorpêça ser Şehbayê rakin û Rusiya jî ku rola navbênkariyê dibîne, dê çavdêriya cîbicîkirina rêkeftinê bike.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn di daxuyaniykê de raghand, ji bo dema çend rojan alozî di navbera hêzên wan û yên rejîma Sûryê de li Hesekê û Qamişlo derket ku armanc jê têkdana ewlehiya li wan her du bajaran bû.

Asayşê diyar kir, ew kar li ser bidawîanîna wê rewşa aloz dikin û ji ber vê yekê jî wan rê da ku rewş vegere mîna berê û tevahiya keresteyên xwarinê û derman û kerestên sotemeniyê derbasî navçeyên hikumetê bibin.

Tekez jî kiriye ku wan ev gav ji bo parastina yekparçeya axa Sûriyê û ji bo rêgirtina li ber rijandan xwîna Sûriyan avêtiye.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin