Roja Me Tarî Nekin

Mihyedîn Nahrîn

 

Di vê dinya derewîn de herkesê ku bi qasî misqalekê tiştek xwendî an jî bi qasî nîv misqalê tiştek fêrbûyî xwe tiştek dihesibîne. Kerê çola pirr in li dinê û her kerek  nîv rastîyekê an jî bi şaşîyekê girtîyê û hey dibêje “Evreka, evreka” yanî “Min dît, min dît”. Halbukî di rastîyê de tişta ku dîtin têra qunika diranan jî nake lê dîsa jî îddîa dikin ku tişta dîtin wê pê cîhanek têr bibe û dê herkes pê bighîje xêr û xweşîyê.

Mirovên ku xêr û xweşî nedane laş û canê xwe wê çawa vê xêr û xweşîyê li cîhanê belav bikin. Bi qasî misqalekê jî feyda wan naghîjê wan û ne jî dighîje derdora wan lê dîsa jî bi ser de dibên “em ê cîhanê rizgar kin”.

Ev mirovên “qûn neşûştî” radibin ji xelkê re qala nimêjê dikin. Tiştek pirr sosret e; Nizanin destmêjê bigrin ji me re qala çîrokên nimêjê dikin.

De rahijin tişkên xwe û biqiştin ji vir û ji vî welatî. Bela xwe ji me vekin û destên xwe yê ku bi xwînê û bi cahiltîyê hatiyê şûştin ji jîyan me û ji cîhana me bikşînin.

Hûn şevreşk in. Kar û barê we xof e û hûn dixwazin vê tovikê xofê li dilê hemû mirovan bidin çandin. Hûn dixwazin hemû mirov têkevin bin sîwana we.

Ne şeva me û ne jî roja me tarî bikin. Biqiştin ji vir. Me bi roja me, bi stêrkên me û bi heyva me re bi tenê bihêlin.

Em besî hev in û em têra xwe jîyanê ronî dikin bi ser me de ewrên xwe yên tarî neşînin. Em zarok û mezinên cihanê ne, em keç û xortên cîhanê ne û dê wisa jî be. Em naxwzin mezintîya we û em naxwazin desthilatdarîya we.

We ev dinya xwar û ji ber we hestî jî nema ku em bikojin. We hem para xwe û hem jî para mirovên din jî xwar û carek tenê jî hûn ne fikirîn û negot ka bi qasî serê derzîyekê em alîkarîyê bidin mirovan jar û belengaz. Hertim we xwe û berîka xwe difikirî.

Hemû gotinên we û hemû zanabûna we timî ji bo menfeata we xizmet dikir. Ew Xwedayê ku rojek tenê jî nedihat bîra we, dema ku gotin dihat  ser heqên mirovên kedkar we xwe dispart peyva Xwedê û dîn. Di rastiyê de dînê we û Xwedayê we “Pere” bûn û ji xeynî pereyan tu qiblegaha we tunebû. Lê ji bo ku hûn mirovên kedkar bixapînin we peyva Xwedê, Qur'an û dîn ji devê xwe betal nedikir. Hertiştên we û hemû xebatên we ji bo xapandinê bû û hûn bi xwe hostayên xapandinê bûn û timî hûn digihaştin meqseda xwe. Bes êdî! Bela xwe ji me vekin.

Îdeolojîya we Pereîzm e û hûn Pereperest in. Tu eleqeya we û ya me bi hev nîn e. Em mirovperest in, daxwazîya be başîya mirova ye.

Bes e êdî xapandina we. Bes e êdî zilma we. Bes e êdî êrîşên we. Bes e êdî malxirabîya we. Bes e êdî dagirkerîya we. Bes e êdî zordarîya we. Bes e êdî tacîz û tecawizên we. Bes e êdî xayîntîya we. Bes e êdî durûtîya we. Bes e êdî derewên we. Bes e êdî zordarîya we. Bes e, bes e, bes e.....

Êdî bes e! Mirovên kedkar, mirovên bi rûmet, jin û mêrên hêja, zarok û pîrên xweşewîst û xwendevanên delal. Ma heta kengî tarîtî êdî bila derkeve ronatî. Ji bo rojên xweş û geş dest bidin hev bi dilgermî.

Heta hûn nexwînin baş dê barê me tim bimîne li paş.