”Roboskî birîn e, birînê kûrtir nekin”

birîna wê komkujiyê nehatîye kewandin lê niha xwestiye qetlîameke din bike.”

Pênc Partî û rêxistin; Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Kurdistanî (PAKURD), Partiya Sosyalista Kurdistanê (PSK), PDK-Bakur û Hereketa Azadî bi daxuyaniyekê êrişa duh a li dijî gundiyan ku kesekê jiyana xwe ji dest dabû şermezar kir.

Partiyên Bakûr di daxuyaniya xwe de gotin: “Dewletê hê jî faîlên qetlîama sala 2011'an ên Roboskiyê dernexistine holê û nedarizandine, hê jî birîna wê komkujiyê nehatîye kewandin lê niha xwestiye qetlîameke din bike.”

Her wiha her pênç partî bang li dewleta Tirk dike û jê dixwaze ku dest ji van êrîş û bombebaranên li ser bajar û gundên Kurdan berde û dawî li şer bîne.

Herweha ew bangî PKKê jî dikin ku  vî şerî rawestîne.

5 Partî  ji malbata Vedat Encuyê ku di bombardimanê de hatîye kuştin sersaxî dixwaze û şîfayê xêre li birîndaran  diek.

Wek dihê zanîn parlamenterê HDPê yê Şirnexê Ferhat Encu duh di twiterê de ragihandibû ku li gundê Roboskiyê li ser sînorê Herêma Kurdistanê li dijî gundiyên ku li ser sînor bazrganiyê dikin topbaran pêk hatiye û di encama êrişa bi hawanan de Vedat Encu (18) jiyana xwe ji dest daye û dudo jê giran 5 gundî jî birîndar bûne.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin