Riwangeha Sûrî: Heya niha artêşa Tirkiyê ti gund kontrol nekiriye

Rêvebirê Riwangeha Sûrî ya Mafên Mirovan Ramî Ebdilrehman di daxuyaniyekê de ji bo kenala BBC ya Birîtanî ragihand, heya niha artêşa Tirkiyê û milîsên hevpeymanên wê ti gund li sînorên Efrînê kontrol nekirine.

Ramî Ebdilrehman dilgiraniya xwe da xuyakirin, ku ew nakokiyên di nav Tirkiyê û PYDê de bûne nakokiyên netewî di navbera Kurd û Ereban de.

Di wê derbarê de, navhatî got: "Tiştê em dilgiran kirine ew e ku şervanên Sûrî ji aliyê Tirkiyê ve tên bikaranîn daku şerê hêzên Kurdî bikin. Guhertina arasteya şer ji bo çêkirina nakokiyên Erebî û Kurdî û çêkirina kêşeyan di navbera wan de em dilgiran kirine".

Herweha got: "Ez daxwazê ji Hêzên Sûrya Demokrat dikim, ku ji wan navçeyên derdora Helebê derkevin, yên ku di sala 2016an de xistibûn bin destê xwe de, ew jî ji bo ku derfet û bihaneyê ji hêzên Tirkiyê re çênekin ku êrîşî wan navçeyan bikin".

Navhatî diyar kir, ku ti rolek li ser zemînê ji Amerîka re nema ye.

Ebdilrehman got jî: "Li Efrînê berevaniyeke dijwar heye û her ku artêşa Tirkiyê ber bi gundekî ve pêş dikeve, piştî demekê YPG wê ji wî gundî derdixîne".

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin