Riha- Li ser nedana rê pevçûn derket: 2 kuştî û 10 birîndar  

.

Li bajarê Rihayê di wexta fetarê de bi sedema di trafîkê de rê nedane hev û dixwestin bo fetarê zûtir herin malen xwe, pevçûn derket û di pevçûnê de çekan bikaranîn. Piştî tevlîbûna mirovên her dû aliyan kesên bi navên İbrahim Halil Çetin (22) û Lami Çetin (50) di pevçûnê de mirin û 10 kes jî birîndar bûn.

Bi sedema rê nedan hev û pevçûn derket, kesên bûyerê dîtin xeberê dan polîs û tîmên tenduristiyê. Her dû kesên navborî ku di pevçûnê de birîndar bûn, wan birin nexweşxanê û li nexweşxanê can dan.

Polîs bo girtina kesên tevlî pevçûnê bûne xebatê da destpêkirin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye