Rih dibê bost - dijmin nabe dost

Nuri Aldur

Nuri Aldur

Reisê Sûrî, Ahmed Şera û komîta wî ne xwedî bihûrtineke paqijin. Dinya dizanê ku ew û komîta wî ji grûbên îslamîstan(paşverû, qatil û barbaran) û terorîstanin. Eger em ji vê analîzê, babeta xwe şîrove bikin, mesele û netîce dîyardibê ku serokatîya Sûrî li Şamê, ne ku tenê ne dostê gelê kurde, ew dijminê dîn, ol, hedef û felsefa û neteweya kurde.                

Ewan niha kurdan tehdît dikin; ewan navê tirk û iraqîyan bo xwe mîna destek/alîkarî jî nîşan didin. De fermo ji xwere temaşa bikin gelî xwendevanên Rûpela nû. Eger tarîx tam tekrar nebêjî, dîse politîka dagirkeran heman wek berêye: ewan dixwazin pevre Rojava bitirsênin û bikûjin.Eger çêbûbana ewî Îran jî biazimênine nav civatan xwe, lê dîse hîç ecêbmayî nemênin ku ewan gazî Îran jî bikin: ji ber ku, eger mesele têt babeta Kurdistan li cem wan alawîtî/şîîtî, arabîtî, tirkî û farisîtî anjî îslamtî, şoîtî, mafya û barbartî ne probleme; ewan tenha ku doza kurdan bipaşxin û têkbibin hemû qaîda û qûralên însanîyetê(dîn/îman, xîret/şeref, bext/ojdan) binpê dikin. Ev berê jî wabû û niha jî waye. Dema reîsê Sûrî dibêjê ku Rojava bo Iraq û Tirkî tehdîde hingî ew gazî wan dike anjî wan bo wî gotîye ku ew wilo bibêjê. Helbet rojavayî çi politîka dikin û çi biryaran didin, marîfetamin heye, lê wek dilxwazekî wayî ji bakûr hêvîyên min ewin ku ewan ji daxwazên xwe yî neteweyî tawîzan nedin. Îroj hûn xwedî qûwettin, xwedî piştgirî, şans û ronayîne. De fermo rojavayîno politikayeke neteweyî bimeşênin, firseteke zêrîn  bo we hatîye - her çiqas meydan ne gul û gûlîstanî jî be.             

Berî bi çend saetan nûçeyeke nû min bihîst ku Şam teklîfa wezîrtîyê bo birêz Mazlûm Abdî dike; wek ferd ez dibêjim “NA”, ji ber ku eve wê kurdan bê dinan bike, bê qîmet û zeîf bikê. De ka li başûrî Kurdistan meyzênin bê ma çi rola reîsîcûmhur bo kurdan li Bagdad heye? Anjî çi rola wezîran li Bagdad bo kurdan heye? Bawerbikin wê li Şamê jî wilobê, heta belkî hêjî xerabtirbe.