Rêzdar Serok Mesûd Barzanî Pêşwaziya Heyeta PAKê kir

Rêzdar Serok Mesud Barzanî roja 29.05.2018an li Serê Bilind pêşewaziya Serokê Giştî yê PAKê Rêzdar Mustafa Özçelik û heyeta PAKê kir.

Rêzdar Serok Mesud Barzanî ligel endamê Mekteb Siyasî ya PDKyê Rêzdar Azad Berwarî, Berpirsê Eleqatên Derve Rêzdar Ali Huseyîn, endamê Komîteya Navendî ya PDKyê Rêzdar Sedat Barzanî, Şêwirmendê Serok Barzanî Rêzdar Hêmin Hewramî peşewaziya heyeta PAKê kir.

Heyeta PAKê ji Serokê Giştî yê PAKê Rêzdar Mustafa Özçelik, Cîhgirên Serokê Giştî Rêzdaran Kasım Ergün, Feyyaz Ekmen, Mehmet Gül û Endamê KBN û Berpirsê Başûrê Kurdistanê yê PAKê Rêzdar Orhan Kaya pêk hatibû.

Di vê hevdîtinê de, Serokê Giştî yê PAKê Rêzdar Mustafa Özçelik, di derbarê xebat û siyaset û bîr û rayên PAKê de agahdariyên berfireh da. Herweha di derbarê Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan û hevdîtinên li gel HDP û HUDAPARê de agahdarî da, bîr û rayên xwe anî ziman. Rêzdar Mustafa Özçelik, di derbarê rewşa Bakurê Kurdistanê, Tirkiyeyê de jî bîr û rayên xwe anî ziman.

Rêzdar Serok Mesud Barzanî jî di derbarê rewşa Başûrê Kurdistanê, Iraqê û encamên Hilbijartinên 12yê Gulanê de agahdarî da û bîr û rayên xwe anî ziman.

Hevdîtina Rêzdar Serok Mesud Barzani û heyeta PAKê di atmosfereke germ de û gelek berhemdar derbas bû.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin