Rêya Kerkûk û Hewlêrê beriya cejna Qurbanê vedibe

Danîna pira demkî ya hesinî li ser pira rêya Hewlêr û Kerkûkê û herwiha danîna xala kontrolê ya hevbeş dest pê kir û biryar e beriya cejna Qurbanê jî rê were vekirin.

Piştî roja 8ê vê mehê rêkeftina dawî derbarê vekirina rêya Hewlêr-Kerkûkê de hate kirin û ji îro ve pêngavên pratîkî yên vekirina vê rêyê destpê dike.

 
Hat gotin ku îro dest bi danîna pira hesinî li Pirdê tê kirin û Hikûmeta Herêma Kurdistanê vê pirê datîne.
 
Li gor zanyariyan ji îro ve, dest bi danîna xaleke kontrolê ya hevbeş li nêzîkî navçeya Pirdê tê kirin.
 
Hate gotin xala kontrolê ya hevbeş di navbera çeperên her du aliyan, hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqî, de tê danîn û xala kontrolê ya berê ya çûna ber bi Hewlêrê ve her li cihê xwe dimîne.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin