Rêxistinên sivîl ên civakî li Amedê kampanyayek dan destpêkirin

.

Rêxistinên sivîl ên civakî dê ji ber ku niha bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê rêjeya coronayê her ku diçe bilind dibe, dê ji bo derzîlêdanê li wê parêzgehê kampanyayek nû bidin destpêkirin.

Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê îro Çarşemê 28ê Tîrmeha 2021ê bi armanca hişyarkirina xelkê di derbarê derziya coronayê de çendîn rêxistinên civaka sivîl û sendîkaya tendirûstiyê û Jûra Bazirganiyê ya Amedê daxuyaniyekî hevbeş dan û daxwaz ji xelkê kirin ku demildest biçin derziya coronayê li xwe bidin.

Koordînasyona Pandemiya Civaka Sivîl li Amedê diyar kir ku ji bo zêdekirina rêjeya derzî lêdanê, ku hêj  di astên nizm de ye, kampanyayek agahdariya pêwîst e.

Li gorî daneyên ku îro Wezareta Tendirustiya Tirkiyê belav kirine,  Amed di nav wan parêzgehan de ye ku pêketina coronayê herî bêtir zêde dibe.

Di heman demê de Amed di nav parêzgehên ku rêjeya derzîlêdana herî kêm bikar aniye de ye.

Di vê çarçoveyê de Koordînasyona Pandemiya Civaka Sivîl li Amedê civînek rojnamevanî li dar xist û ligel amarên coronayê hinek çareserî pêşkêşî kir.

Koordînasyona Pandemiya Civaka Sivîl diyar kir, ku ew dê ji bo belavkirina derziyê kampanyayek nû bidin destpêkirin û ragihand: "Em carek din diyar dikin ku em amade ne ku li bajarê xwe berpirsiyariya zêdekirina rêjeyên derziyê li xwe bigirin."

Li gor Koordînasyona Pandemiya Civaka Sivîl  dibêje ji bo parastina giştî ya civakê divê herî kêm% 80-90 ji xelkê derziyê li xwe bidin.

Hinek pêşniyarên Koordînasyona Pandemiya Civaka Sivîl li Amedê ev in:

- Bangkirin û agahdarkirina civakê bi rêya medyayê,

-Bi peyamên kurt, vîdyo, medyaya civakî û medyaya nivîskî û dîtbarî ya herêmî agahdarkirina civakê

- Belavkirina poster û broşurên agahdariyê

- Bi rêya bîlbordan banga derzîkirinê

- Serdanên yekîneyên derzîlêdanê

-Pilan e ku bi dînamîkên herêmî re werin cem hev

Kurdistan Haberleri

Li Hewlêr, Silêmanî û Koyeyê êriş, 4 sivîl birîndar bûn
Sibe salvegera Helebceyê ye lê çalakiyên berfireh hatin betalkirin
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ofîsa xwe ya fermî li Qamişloyê vekir
Serokatiya Herêmê: Pêwîst e Bexda erkê xwe yê ji bo parastina nûnertiyên dîplomatîk bicih bîne
Serokatiya Herêma Kurdistanê: Em êrişa li ser Konsulxaneya Îmaratê bi tundî şermezar dikin