Rêxistinên Mafparêz: Bila Tirkîye li hemberî girtîyên sîyasî cidaxwaz nebe

16 sazîyên civaka sivîl ên navnetewî bang li Tirkîyeyê kirin û gotin, parêzer, rojnameger, sîyasetmedan û mafparêzan demildest berdin.

Navenda Nûçeyan - 16 sazîyên civaka sivîl ên navnetwî derbarê pêşnûmeya guhertina qanûna cezayan de metneke nivîskî weşandine û ji Tirkîyeyê xwestine ku cidaxwazîyê li dijî girtîyên sîyasî neke.

Sazîyan îro daxuyanîyeke hevbeş weyandine û bal kişandine ser hejmara girtîyên li girtîgehan ku gelekî zêde ye.

Sazîyan dîyar kirine ku şert û mercên paqijîyê li girtîgehan ne baş in û wiha berdewam kirine:

“Em bang li hikûmeta Tirkîyeyê dikin ku helwestên cidaxwaz li hemberî girtîyên sîyasî pêk neyne. Rêzê ji mafên mirovan ên bingehîn ên hemû girtîyan re nişan bide û ji bo girtîyan nexweşîya Covid-19ê di serî de, ji hemû nexweşîyan biparêze û tedbîran bistîne. Girtîyên ixtîyar, nexweş, kêmendam û yên xwedî zarok demildest berde.”

Sazîyên navborî daxwazên xwe wiha rêz kirine:

* Divê di serî de parêzer, rojnameger, sîyasetmedar, hunermend, dadger û dozger, mafparêz û kesên ji ber tedbîrên rewşa lezgîn bi awayekî kêfî hatine desteserkirin û bi giştî girtîyên sîyasî serbest bimînin û divê ev ji derveyî guhertina qanûnê neyên hiştin.

* Girtîyên ixtîyar, nexweş, kêmendam û xwedî zarok divê di serî de werin berdan.

* Divê ev daxwaz bi awayekî acil pêk werin.

Sazîyên ku îmze dane metna navborî wiha ne:  

*European Federation of Journalists

*European Centre for Press and Media Freedom

*Foundation of Day of the Endangered Lawyers

*Freemuse Association

*International Association of People's Lawyers

*International Observatory of Human Rights

*International Federation of Journalists

*Italian Federation for Human Rights

*Lawyers for Lawyers

*Lawyers' Rights Watch Canada

*Liga voor de Rechten van de Mens

*Platform for Peace and Justice

*Social Justice Advocacy Campaign

*The Open Dialogue Foundation

*The Arrested Lawyers Initiative

*The Media and Law Studies Association

Bianet

 

Siyaset Haberleri

Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn li Almanyayê ne: ‘Kilîta çareseriyê Federalîzm e’
Hêzên Amerîkayê daketin çolên Îraqê, bi artêşê re şer kir
Şervanê ku malbata wî şîna wî danîbû sax vegeriya malê
Îtalya dê sîstema parastina asmanî bişîne welatên Kendavê
Azerbeycan: Dronên Îranê li Balafirgeha Naxçivanê ketin