Rêxistinên alîkariyê yên girêdayî NYê dê alîkariyê bidin koçberên Serê Kaniyê

.

 Rêxistinên alîkariyê yên girêdayî Netewên Yekbûyî, dê alîkariyê bidin koçberên Serê Kaniyê û kampên wan nas bikin.


Hevseroka Buroya Karûbrên Koçberan a Herêma Cizîrê Gulîstan Oso daye zanîn, rêxistinên pêwendîdar bi karûbarên koçberan û girêdayî “NY” ne, dê di demeke nêz de alîkariyê derbasî Kampên “Waşûkanî” û “Serê Kaniyê” yên li Hesekê bikin.

Ev koçber, piştî êrîşa Dewleta Tirk di dawiya sala 2019an de ji cihê xwe koçber bûne û bi sedema Hikûmeta Şamê, “NY” ew nas nedikirin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûrî, rêxistinên “NY” bi awayekî fermî destekê didin kampên “Hol û Roj”, lê 4 kampên li Şehbayê hîna jî weke wargehên koçberan ji aliyê wan ve nehatine naskirin.

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn