Cano Amedî
Rêxistinbûna sîyaseta netewî, dikare li ser gelek esasan pêş bikeve. Ji bo beşdarbûna hemû welatîyan di biryardayinê de û rêzgirtina ji bo mafên mirovan û azadîyên bingehîn, pêwîstî bi pergalên hûqûq û demokrasiyeke rasteqîn heye. Hêmû beşên civatê, gava li ser bingeha berjewendîyên netewî, niştimanî tevbigerin û tifaqa navxweyî pêkbînin, bi hişmendîyeke hevbeş tevbigerin û gava hûqûqeke muşterek ava bikin wê bigihêjin armancên xwe yên sereke.
Dîsa hewldanên li dijî neheqî û bêdadîyê, kêmkirina newekhevîyên civakî û misogerkirina fersendên wekhev ji bo her kesî, pêwîstî bi sistema dadwerîya civakî heye. Ji bo bîr û bawerîyên cuda, pêwîstî bi veqetandina karûbarên dewletê ji olê û rêzgirtina ji bo hemû bawerîyan heye. Felsefeya pêkvejîyanê divê hemû beşên civatê qebûl bikin û rêz li hev bigirin. Ew jî bi sîstemeke demokratîk û serwerîya hûqûqê pêkan e!
Ji bo pêkvejîyaneke giştî divê nasnameyên cûrbecûr yên çandî, zimanî, dînî, mezhebî û etnîkî di nav neteweyê û niştimanê de û hewldana ji bo yekîtîya di nav cihêrengîyê de, bi şêweyeke pirjimarî hişmendîya hûqûqa serwer desthilatdar be. Rêzgirtina ji bo prensîp û qanûnên gerdûnî û hewldana ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi rêyên aştiyane, divê bingeha sosyolojîya pêkvejiyanê xurt be û xwedî çandek nû be.