Rêxistina Şefafîyetê: Iraq yek ji welatê herî gendel ê cîhanê ye

.

 Rêxistina Şefafiyeta Navdewletî di ropara xwe ya dawî de ragihand ku Iraq yek ji welatên herî gendel ê cîhanê ye.

Rêxistina Şefafîyeta Navdewletî (Transparency International) îro 28ê Çileyê 2021ê raporek derbarê gendelî û şefafiyetê li welatên cîhanê de belav kir.

Rêxistina Şefafiyeta Nawdewletî, Iraq di nava 180 welatan de di rêza şefafiyetê de di pileya 160î de nîşan daye û wekî yek ji 20 welatên herî gendel ê cihanê diyar kiriye.

Di nav welatên erebî de piştî Iraqê welatên gendelî li wan zêde ye jî Libya, Sudan, Yemen, Sûriye û Somalî hatine nîşandan.

Herwiha li gorî raporê welatên herî şefaf jî New Zeland û Danîmarka ne ku kemtirîn gendelî li wan welatan heye û piştî wan jî Fînlendiya, Swisre û Swêd di rêza duyem de cih digirin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye