Rewşenbîr û Rolê ragîhandinê!

Şeyhmus Ozzengîn
 

"Ger dê hebûya me ittifaqek

Vêk ra bikira me intiyadek."

                                                                                            Ahmedê Xanê

 

Ji destpêka sedsala 18 an û heta niha Kurd, ji bona azadîya xwe, ji bona avakirina devletek Kurd û Kurdistanî di serhildanan de ne. Bi sedan serhildanên netewî pêk hatine. Dîrokek balkêş û bi qasî balkêşî ya xwe jî, diramatîk e.

Heta ku Kurd û Kurdistan gihîşt şerrê yekem yê cîhanî, pişta hêzên pêşengî ya rizgarîya netewî hatîye şikenandin. Hemû mîr û Mîremîrên li Kurdistan derbên mezin xwarine. Ew bingeha ku rolê ragîhandina nirxên millî li ser pişta wan, ji hev hatine perçe kirin, belava kirin, hatine qetil kirin û sirgûn kirin. Dijminên kurdan, civat a Kurd bê serkêş, bê dewlemendî û bê taqet hiştine. Ji Mîrên Erdalan bigre, heta derdorên Silêmarnîyê û Mîrên Cizîra Botan, Mîrên Çolemêrg, axa û begên kurdan ji van Kujtin, talan û sirgûnan para xwe girtine. Ev operasyonên li ser vê pêşengîya netewî a serete û bêpêşeng hiştina civata Kurd, dom kirîye û ev operasyon di astek pêşî lêgirtina dewletbûnê meşîya ye.

Dema ku Şerrê yekem ê cîhanî destpê kirîye, netewa Kurd hatîye dorpêç kirin. Rewşa serkêşîya otonomîya Mîr û Mîranîya Kurdistan, hêzên hikûmdarî bêtaqet hiştîye. Çanda netewî, ragîhandina ramanên nirxên netewî bi van hêzan re ser û bin bûye.

Quweta ku xwe bihone û di şerrê yekem ê cîhanê de, ji bona doza serxwebûnê û avakirina devletekê çong bide erdê, pir zeîf ketîye. Ji ber wê jî, ji dêlva ku Kurd gavên serbixwe bavêjin, têk çûne û ketine bin nîrên netewên serdest.

Berxwedanên ku di vê demê de derketine holê; wek , Şêx ûbeydûllah Nehrî, Şêx Mehmûd Berzencî, Simko, ve Koçgirî; di warê herêmî de mane û piştgirî ya mezin negirtine û têk çûne. Bi vê têkçûnê re, çespandina perçekirin û dabeşkirina axa Kurdan jî "bingehek meşrû" dîtîye. Civat bê taqet, ketîye bin nîrên dagirkeran.

Ji vê dîrokê û şûnde: Berxwedanên ku li Kurdistan pêk hatine, hemû di warekî teng de, herêmî mane û hêza ku rolê mezin bilîzin bidest nexistine.

Li Kurdistan di vê demê de, rewşa bingeha pêşengên netewî eve: Yanî Mîrîtî, axa-beg û şêxitîya ku civat li dor xwe kom kirîye, ew hikûmdarîya feodalî derbên mezin xwarîye û perçebûna wan bûye sebebê têkçûnê . Piştî belavkirin, talan kirin, qetil kirin û yên mayîn jî sirgûn kirina wan; quweta ku berxwedanan û doza netewî bihone bêbask maye. Piştî vê bandora neyênî, bi giranî berxwedan li ser milên leşkerî meşîyane. Pêşengek saxlem bidest nexistîye.

Ragîhandina ramanên netewî ketîye bin bandorek têkçûnê û demek dirêj carek din taqeta serhildanan di xwe de nedîtîye, geş nebûye û xwe nehonandîye. Ketîye bin bandora kolonyalîstan û civat ji hev perçe perçe bûye. Asîmîlasyon, xwe înkar û teslîmbûna bi sîstema dagirkerî re, ji civatê re bûye helwestek rewa.

Hêzên dagirkeran, Kurd û Kurdistan binpê dikin, talan dikin, asîmîle dikin û li gor berjewendîyên sîstema kolonyalîst û bidestxistinên netewa serdest; siyaseta "biratîya gelan" dimeşînin. Ev siyaset, bi kirin û ramanên xwe xesandina netewa kurd bi xwe ye. Li Îran "biratîya Kurd û Farisan", li Tirkîye "biratîya gelan" û li Sûrîye û İraq "biratîya Kurd û ereban"(!)

Ev xweferzkirin, li gor hizrên pejirandina serdestîya farisan, tirkan û ereban hatîye meşandin.

Ev xweferzkirin; derbek mezin li pêşketin, honandin û ragîhandinên nirxên netewî xistîye. Bûye sebebên ku ronakbîr, zana û rewşenbîrên civata Kurd bi erebî, farisî û tirkî berheman bidin û wek karekî rewa, xizmetê ji çanda serdest re bikin. Di vî warî de lîteratora zimanê serdest; hunerê bi zimanê serdest, bi hezaran berhemên kurdan, bi zimanên xwe tomar kirine û van berheman jî, xizmet ji serdestîya çanda serdest re kirîye. Çîrok, serpêhatî, folklor-muzîk û hêjayîyên kurdan ji terefê netewa serdest ve hatîye dizîn, talankirin. Ev hêjeayîyên Kurdan bi zimanê netewên serdest, carek din li Kurdan vegerîya ye û bûne pergalên asîmîle kirinê.

Ev sebeb yek bi yek binpê kirina nirxên netewîbûna kurdan bi xwe ne.

Sebebek din jî; di nav kurdan de rewşa nirxên netewî û partîzanî ne: Nirxên partîzanî, ji bona xurtbûna berjewendîyên xwe yên îdeolojî û partîzanî pêşî li hestên netewî girtîye. Ji tirsa wê xweferzkirina "biratîya gelan, an jî biratîya ereb, tirk û farisan", Kurdên partîzanî ji kurdperwerîya xwe revîyane û tenê nirxên partîzanî ji girseya xwe re, ji qedro û pêşengên xwe re kirîne nirxên serete. Helbet wê ev helwest, netewîtîyê bipaş de bixe û hestên netewî birîn bike.

Ronakbîr, rewşenbîr û zanayên Kurdan, piranîyên wan ketine bin bandora îdeolojîya partîzanî û ji dêlva bibin hosteyên honandina nirxên netewî; bûne îdeologên îdeolojîya partîzanî. rexnegirîya rewşenbîrî û rolê rewşenbîrî birîn xwerîye û di nava civatê de bêteref bûna xwe wenda kirîye. Rexnegirî û rola bipêşdebirin û bandora ronakbîrî, ketîye astek partîzanî. Piranîyên vê ekolê, ketine bin bandorek wusa ku bi şêweyeke neyênî bandor li ser nirxên netewî dikin. Hestên rewşenbîrî di asta bixwebawerî de şikestîye û ti ferqa wan rewşenbîran û qadroyekî demogogên partîya ji hev nemaye. Li welatekî, dema ku rewşenbîr rola xwe ji bona netew û niştimanê nelîzin û nebin vîcdanê civatê û bibin pergal ji bona berjewendîyên hizbî re, ew welat û ew netew di asta têkçûnê deye.

Piranîyek ji beşê ronakbîr, zana û rewşenbîrên kurdan, rolên xwe yên li serling hiştin û pêşdebirina nirxên netewî û ragîhandina ramana netewî wenda kirine. Kar û barên akademîk li gor îdeolojî û xurtbûna hêza siyasî têt tevdigerîn û ev jî xizmetê ji hestên netewî  û ramana ragîhandina bi pêşdebirina hestên civakî re nake.

Rexneyên rewşenbîrî ji ber hesabên têkiliyên bi hizban re, ne azadin û bi wêrektî dernakevin holê. Civatek ku rewşenbîrên wê ne azad bin, nikare ramanên azad jî bidest xîne. Kerr û koritî dibe bandor û civat bê pisûla dimîne. Kesayetî û partîyên îdeolojîk dibin pêşengên civatê û civat bi ideolojîya wan xwedî dibe. Ev jî civatê ji hestên netewî dûr dixe û dibe mertal li henber zanistî û ramanên netewî yên ku hene û bandora vê ramanê dişkîne.

Netewa kurd ji bona ku bibe xwedî dewlet, berî her tiştî divê zana, rewşenbîr û ronakbîrên kurdan xwe ji vê asta partîzanî rizgar bikin. Vegerin ser asta netewî û divêtîyên akademîk, zanistî û rolê xwe yê ragîhandina ramana netewî bilîzin.

Bi wêrektî bibe rexnegir, bibe vîcdanê civakî û xwe ji îdeologîya partîzanî bidûr xe. Di damezirandina navend, sazî û komelayetî de rolekî netewî bilîze. Bibe mêzênek di nava civatê de, ji bona çareserîya nakokîyên siyasî yên bi bibandor. Ev dikare pêşiya şerrê birakujî, zordestîya partîzanî bigire.

29.09.2016