Rewşa Awarte cardin tê dirêjkirin

Berdevkê Hikûmeta Tirkiyeyê Bekir Bozdag derbarê rewşa awarte ragehand ku dê dema rewşa awarte bo cara 6an bê dirêjkirin.

Berdevkê hikûmeta Tirkiyê piştî civîna Civata Wezîran bi Seroktiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan derket di kongreyeke rojnamevanî de ragehand ku, rewşa awarte li Tirkiyê tê dirêjkirin.

Bozdag ragihand ku li civînê biryar hatiye standin cara 6emîn rewşa Awarte (OHAL) bê dirêjkirin.

Bozdag got ku, li rojên pêş dibe ku, li komîteya ewlekariya Milî (MGK) were rojevê û piştre jî dê biryara dirêjkirina OHALê bê dayîn.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin